Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çar kolberên Kurd li sînorê Newsûdê birîndar bûn

11:40 - 7 Hezîran 2023

Çar kolberên Kurd yên bajarê Pawê li bilindahiya Newsûdê bi teqeya rasteras a hêzên sînorî yên rejîmê birîndar bûn.

Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî ya Kurdistanê “Çaw News”ê, êvara roja Duşemî 15ê Cozerdanê, bi sedema teqeya hêzên sînorî yên rejîma Îranê ji karwana kolberan li devera sînorî ya Newsûdê 4 kolberên Kurd birîndar bûne.

“Çaw News”ê nasnameya wan kolberan wiha ragihandiye, “Elî Husênî 17 salî, Soran Danişî 20 salî, Şivane 35 salî û Karwan Husênî 18 salî”; ev her çar kolberane her yek ji wan xelkê gundên derdora bajarê Pawê ne.

Hewisa hatiye ragihandin, ku ev kolberên birîndar bona tedawiyên pizîşkî bo nexweşxana bajarê “Helebc”ê li Başûrê Kurdistanê hatine veguhastin.

Hêjayê gotinê ye ku ev kolberên rastî teqeya hêzên rejîmê hatine dest, pê, pişt û natenga wan birîndar bûye.

Her di vê derheqê de roja Duşemî 15ê Cozerdanê, kolberekî xelkê bajarê “Banê” yê bi nave “Hişiyar Hesenpûr” bi sedema teqeya rasteras a hêzên rejîmê li sînorê “Zile” canê xwe ji dest da.