Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 13 kombûnên nerizayetiyê bi rê ve çûn

12:14 - 7 Hezîran 2023

Li berdewamiya kombûnên nerizayetî li dijî rejîma Îslamî ya Îranê, roja derbasbûyî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, 13 kombûnên nerizayetiyê bi rê ve çûn.

Pêka rapora Nûçegihaniya “Hêrana”yê, roja Sêşemî 16ê Cozerdana 1402 a Rojî, li berdewamiya kombûnên nerizayetî li dijî rejîma Îranê, 13 kombûnên nerizayetî yên wek kombûna malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li parêzgehên “Xûzistan, Sîstan û Belûçistan, Çarmihal û Bextiyarî, Kirmaşan, Gîlan, Xurasan, Fars, Îlam û Sinê” li ber deriyê îdareya Muxabirat a wan parêzgehan bi rê ve çûn.

Herwisa kombûna nerizayetiya hejmarek ji xelkê bajarê “Teft” yê ser bi parêzgeha “Yezd”ê li ber deriyê avahiya fermandariya vî bajarî û kombûna nerizayetî ya xelkê gundê “Daniyal” yê ser bi bajarê “Ebasava”ya parêzgeha “Mazenderan”ê li ber deriyê şêwreya gund bi rê ve çû.

Ji aliyeke dinê ve kombûna nerizayetî ya hejmarek ji xwendekarên zanîngeha Zanîsta Pizîşkî ya Kirmaşanê li ber deriyê avahiya vê zanîngehê û kombûna nerizayetî ya hejmarek kadrên dermanî yên bajarê “Yasûc”ê li ber deriyê parêzgariya vî bajarî bi rê ve çû.

Hevdem digel birêveçûna kombûnên nerizayetî, kedkar û karmendên kompaniya Berhemanîna Pola ya Xurasanê jî man girtin.