Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî Kurd bo girtîgehê hate veguhastin

12:17 - 7 Hezîran 2023

Welatiyekî xelkê bajarê Şinoyê ku li meşa şoreşa Jînayê de hatibû binçavkirin û piştre bi awayê demkî hatibû azadkirin, bo cîbicîkirina cezayê ku bi ser de hatibû sepand, û bo girtîgeha rejîmê li bajarê Nexedê hate veguhastin.

Rêkxirawa Mafê Mirovê ya “Hengaw”ê di raporekê de daye zanîn, ku roja Sêşemî 16ê Cozerdana 1402 a Rojî, “Fer`an Hesenzade” yê temen 31 salî û xelkê bajarê Şinoyê, piştî banghêjkirin bo odeya cîbicîkirina cezayan, bi armanca cîbicîkirina cezayê hatî sepandin bi ser de hate binçavkirin û bo girtîgeha rejîmê li bajarê “Nexedê” hate veguhastin.

Herwisa “Hengaw”ê daye zanîn, “Fer`an Hesenzade” ku li meşa şoreşa “Jîna”yê de hatibû binçavkirin, roja Şemî 9ê Banemera 1402 a Rojî, ji aliyê taya 101 a Dadgeha Şoreş a rejîma Îranê ve li bajarê Şinoyê, bi serokatiya dadwerê rejîmê “Mehdî Rizayî” bi tohmeta “endamê girûpên dijber û neyarên Îranê”, cezayê 2 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin û piştre ew cezaye bo salek û 4 meh girtîgeh hatibû kêmkirin.

Pêka rapora “Hengaw”ê, “Fer`an Hesenzade” li xala vekolîna “Nelîwan” a ser bi bajarê Şinoyê bi awayekî dirindane û bi lêdan û bêrêzîkirinê hatibû binçavkirin û li 18ê Rêbendana 1401 a Rojî de bi danîna barimteyê bi awayê demkî hatibû azadkirin.