Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê tîmeke pêwendîdar bi bernameya mûşekî ya rejîma Îranê tehrîm kir

12:19 - 7 Hezîran 2023

Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê, tîmeke dabînkarê alavên mûşekî ku alavên berhemanîna mûşekan dişande Îranê xiste nav lîsteya dorpêçan.

Roja Sêşemî 16ê Cozerdanê, Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku 13 kes û rêkxirawek weke beşek ji tîma dabînkar yê pêwendîdar bi bernameya mûşekî ya Îranê li Çîn û Hong Kongê ku bi piştevanîkirin ji bernameya mûşekî û serbazî ya rejîma Îranê tawanbar in, xistine nav lîsteya nû a dorpêçan de.

Di beşeke din a daxuyaniya Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê de hatiye, ku ev tîm bi berdewamî alavên hewce bo berhemanîna mûşekên Balistîk li welatên Ewropî kiriye û bo Îranê şandiye û berdewam piştevanî ji Wezareta Berevanî ya rejîma Îranê kiriye.

Yeke ji wan kesan ku di lîsta dorpêçên Amerîkayê de ye, navê wî “Davûd Damxanî” ye ku girêdayî Spaha Pasdaran a rejîma Îranê ye û yek ji wan kesane ku li Çîn û li rêya kompaniyên Çînî ve, wan alavên leşkerî dabîn kiriye û bo Îranê şandiye.

Ev kompaniyên ku ji aliyê Amerîkayê ve hatine tehrîmkirin wiha ne: Kompaniya pîşeyî ya “Şîcîng Kuwîng û Şên Wênşîng” li welatê Çînê û kompaniya “Lîng Piroks” li Hong Kongê û herwisa kompaniya gihandin û veguhastina “Bilû Kalim” li Îranê.

Herwisa kompaniya “Şevên Rohn yên Piken” û “Qasim Heqîqet” ku xelkê Îranê ye û rûniştiyê welatê Çînê ye weke berpirsê vê kompaniyê xistiye nava lîsta dorpêçan de.