Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du mamosteyên olî yên Kurd di dadgeha rejîmê de hatine dadgehîkirin

10:49 - 8 Hezîran 2023

Du mamosteyên Olî yên xelkê bajarê Sinê bi sedema piştevanîkirin ji şoreşa “Jîna”yê, di Dadgeha Mamosteyan ya rejîmê li bajarê “Hemedan”ê de hatine dadgehîkirin.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 17ê Cozerdana 1402 a Rojî, kombûna dadgehîkirina mamoste “Luqman Emînî”, pêşnimêjê Mizgevta “Cami`i ya Çar Yarê Nebî” ya bajarê Sinê û mamoste û pêşnimêjê Mizgevta “Cami`i” ya Neneleya Sinê, mamoste “Îbrahîm Kerîmî Nenele”, li Dadgeha Mamosteyan li bajarê Hemedanê hatine dadgehîkirin.

Ew du mamosteyane bo amadebûn di dadgeha rejîmê de bi awayên cuda ji bo dadgehê hatibûne banghêjkirin û wan du mamosteyên Kurd di kombûna dadgehê de derheq tohmetên hatinî sepandin bi ser wan de, berevanî ji xwe kirine.

Hêjayê gotinê ye ku mamoste “Luqman Emînî” û “Îbrahîm Kerîmî Nenele”, roja Duşemî 10ê Rêbendana 1401 a Rojî, bi sedema piştevanîkirin ji şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve li rêya Merîwanê, bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatibûne girtin û roja Çarşemî 3ê Xakelêweya 1401 a Rojî, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî û heta dema dadgehîkirinê, ji girtîgehê hatibûne azadkirin.

Îdareya Îtilaat a rejîmê li bajarê Sinê, piştî binçavkirina mamoste “Îbrahîm Kerîmî Nenele”, ew mamosteye neçar kiribû ku daxwaza lêborînê ji mamosteyên olî yên ser bi rejîmê bike.