Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koşika Sipî: Bercam bo me girîng nîne

12:42 - 1 Hezîran 2023

Berdevkê Koşka Sipî li derheq danûstanên digel Îranê ragihandiye, ku di niha de ti pêwendiyek li derheq lihevkirina Bercamê di navbera me de nîne.

Roja Çarşemî 10ê Cozerdanê “Can Kêrbî” Berdevkê Şêwreya Ewlehî ya Koşka Sipî li derheq lihevkirina Bercamê digel rejîma Îranê ragihand, ku ti biriyarek bo lihevkirina Bercamê nîne, lê digel karbidestên rejîma Îranê li ser pirsên cuda di pêwendî de ne û niha li derheq azadkirina girtiyên Amerîkayî li Îranê di hewlê de ne.

Herwisa navbirî ragihandiye ku: “Niyeta Îranê li derheq lihevkirina Bercamê baş nîne û bi berçavgirtina nearamiyên nava Îranê û piştevaniya Îranê ji Rûsiyê, di niha de Bercam bo me girîng nîne.”

Eva jî di halekê de ye ky “Husên Emîrebdulahiyan” Wezîrê Derve yê rejîma Îranê di hevpêvînekê de digel rojnameya “Fîgaro” îdia kiriye ku meşa pêwendiyên dîplomatîk li derheq lihevkirina Bercamê digel Yekîtiya Ewropayê berdewam e.

Ji aliyeke dinê ve, piştî tekezîkirina Amerîkayê li derheq azadkirina girtiyên Amerîkayê li Îranê, kanaleke Omanî belav kiriye, ku heta Sêşemiya bê çend girtiyên Amerîkayê li Îranê dê bêne azadkirin.

Hêjayê gotinê ye ku welatê Omanê di azadkirina girtiyan û navbeynçîtiya Îranê digel Amerîkayê de rol heye.