Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Cudahîxwaz ew in ku hemû mafê neteweyên Îranê paşguh avêtine

10:56 - 8 Hezîran 2023

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li bersiva pirseke televîziyona “BBC”ê derheq “cudaxwaziya hizbên Kurdistana Îranê”, got ku “ez dubarekirina wê pirsê wek sivakayetîkirin li dijî hizba xwe û hemû Kurdan dizanim”.

Rêzdar “Mistefa Hicrî”, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li ser rûpela xwe ya Twîterê jî, beşek ji vîdyoya wê civîna televîziyonî belav kiriye û nivîsiye: “Min di hevpeyvînekê de digel tora medyayî ya BBCiyê derheq pirsa “cudaxwaziya hizbên Kurdistana Îranê”, ku ji aliyê rejîmê û hin girûpên opozîsiyona Komara Îslamî ya Îranê li welatên derve tê behskirin, got “ez dubarekirina vê pirsê weke sivikayetiyekê li dijî hizba xwe û hemû Kurdan dibînim”.

Rêzdar “Mistefa Hicrî” di berdewamiyê de got: “Me çendîn salan bi dirûşma “demokrasî bo Îran û otonomî bo Kurdistanê” xebat kiriye. Cudahîxwaz ew in ku hemû mafê neteweyên Îranê paşguh avêtine û cudatî di navbera navend û derdorê de çê kirine û ji wê hêza ku di ber destê wan de ye, tenê rojreşî û belengazî tûşê wan netewan kiriye”.