Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî siyasî li girtîgeha Urmiyê dest avêtiye gireva birçîbûnê

11:25 - 8 Hezîran 2023

Girtiyekî siyasî yê Kurd li girtîgeha rejîmê li bajarê Urmiyê, bi sedema çêkirina dosiyeyek nû li dijî navbirî û guhnedan bi daxwazkariyên wî ji aliyê karbidestên rejîmê ve, dest avêtiye bi gireva birçîbûnê.

Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, roja Sêşemî 16ê Cozerdanê, “Nayîb Hacîzade” girtiyê siyasî yê Kurd li girtîgeha Navendî ya rejîmê li bajarê Urmiyê, bi sedema nîşandana nerizayetiya xwe derheq vê ku karbidestên girtîgehê ji bo veguhestina wî bo wergirtina tedawiyên pizîşkî li nexweşxaneyên derveyî girtîgehê astengî çê kirine û herwisa çêkirina dosiyeyek nû li dijî navbirî û veguhastina wî bo odeyên takekesî, dest avêtiye bi gireva birçîbûnê.

Herwisa “Hengaw”ê belav kiriye, ku navbirî daxwaza murexesiya demkî ji bo wergirtina tedawiyên pizîşkî kiribû û ji aliyê karbidestên girtîgehê ve hatibû qebûlkirin, lê Spaha Pasdaran bi destêwerdanên rasterast pêşî ji murexesiya dermanî ya navbirî girtiye.

“Nayîb Hacîzade” sala 1399an a Rojî, neştergeriyek ji bo hatibû kirin û ji nexweşxanê bo girtîgehê hatibû veguhastin û ji wê demê şûn ve rewşa tendirustiya wî neqenc e.

Navbirî li sala 1398an a Rojî, ji aliyê Taya 2 a Dadgeha Şoreş ya rejîmê li bajarê Urmiyê, bi tohmeta “hewildan li dijî aramiya giştî ji rêya endamê yek ji hizbên Kurdî” 10 sal û 1 roj girtîgeh bi ser de hate sepandin û piştre 2 sal û 6 meh ji cezayê hatî sepandin bi ser navbirî de hate kêmkirin û niha cezayê hatî sepandî bi ser wî de, 7 sal û 6 meh e.