Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxwazkariya parlemantarên Birîtaniyayê ji dewleta welatê xwe bo bi terorîstnaskirina Spaha Pasdaran

11:38 - 8 Hezîran 2023

Parlemantarên Birîtaniyayê li derheq hewlên terorîstî yên Spaha Pasdaran li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê û heta li nav axa Birîtaniyayê jî, careke din daxwaz ji dewleta xwe kirine ku Spaha Pasdaran a rejîma Îslamî ya Îranê wek rêkxiraweke terorîstî nas bike.

Roja Çarşemî 17ê Cozerdana 1402 a Rojî, Parlemana Birîtaniyayê li kombûna xwe ya li derheq lêkolîn û pêdeçûn li siyasetên xwe li hember rejîma Îranê, piraniya parlemantarên Parlemanê bi îşarekirin bi hewlên terorîstî yên Spaha Pasdaran li navçe û cîhanê, careke din daxwaz kirin ku Spaha Pasdaran wek rêkxiraweke terorîstî bê naskirin.

“Birêndan Kilark Simît” yek ji parlemantarê parlemana Birîtaniyayê gotiye: “Di wê cîhana metirsîdar de rejîma Îranê yek ji gefên metirsîdar li dijî berjewendiya netewî û ewlehiya navxwe ya Birîtaniyayê ye”.

Herwisa navbirî tevî îşarekirin bi reftara nerm a welatên xwedî hêz ên cîhanê li hember serberedayiya rejîma Îranê got: “Ew reftara nerm, bûye sedema sereke bo binpêkirina rohn a rêkkevtina Navkî, piştevanîkirin ji terorîzê û binpêkirina mafê mirovî li hember hevwelatiyên xwe ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve.

Herwisa wî parlemantarî li berdewamiya axavtinên xwe de gotiye: “Çalakî û hewlên terorîstî yên Spaha Pasdaran di niha de gelek berfireh û cihê nigeraniya hemû cîhan û Birîtaniyayê ye û divê bileztirîn dem, ew rêkxirawe wek rêkxiraweke terorîstî bê naskirin û rêgirî ji çalakiyên wê yên terorîstî di hemû cihanê de bê girtin.

Hêjayê gotinê ye ku tevî ku Wezareta Derve ya Amerîkayê, Spaha Pasdaran a rejîma Îranê wek rêkxiraweke terorîstî nas kiriye, lê heta niha “Yekîtiya Ewropa, Kanada û Birîtaniya”yê bi fermî Spaha Pasdaran wek rêkxiraweke terorîstî nas nekirine.