Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zarokek li bajarê Dîwanderê bi sedema teqîna gazê canê xwe ji dest da

11:41 - 8 Hezîran 2023

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 15ê Cozerdanê, zarokek yê bi navê “Sirûş Ebullahzade” yê temen 10 salî, kurê “Qehreman” û xelkê bajarê Seqizê û rûniştiyê bajarê Dîwanderê, bi sedema teqîna gazê li cihê karkirinê ku bi dijwarî birîndar bibû, di nexweşxaneyeke Dîwanderê de canê xwe ji dest da.

Hêjayê gotinê ye ku ev zaroke piştî birîndarbûnê bo nexweşxanê hatibû veguhastin.

Bi sedema dijwarbûna rewşa jiyanê li Rojhiatê Kurdistanê û afirandina rojreşî û belengazî bi ser xelkê de ji aliyê rejîma Îranê ve, zarok û ciwanên jêr temenê 18 saliyê neçar in rû li karê dijwar bikin û rojane rastî metirsiya kar bibin.