Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurê pêşmergeyekî Hizba Demokrat li zanîngeha Amerîkî serkevtin bi dest xist

11:47 - 8 Hezîran 2023

“Mukriyan Çûkelî” kurê pêşmergê dêrîn ê Hizba Demokrat, “Brahîm Çûkelî”, li zanîngeha Amarîkayî li asta Îraq û Başûrê Kurdistanê pileya yekem bi dest xwe ve anî.

“Mukriyan Çûkelî”, kurê fermande û pêşmergê dêrîn ê rojên dijwar ê xebatê “Birahîm Çûkelî”, yê xelkê bajarê Bokanê bi hewl û tekoşîna xwe karî qonaxa Lîsansê li zanîngeha Amerîkayî di beşa “Kargêriya Kar” de bi pileya yekem li ser asta Îraq û Herêma Kurdistanê bi awayekî serkevtî, bi dawî bîne.

“Mukriyan Çûkelî” hevdem li tenîşta waneyên xwe, beşa “Pêwendiyên Navnetewî û Zanistên siyasî” jî xwendine.

Zarokên pêşmerge di nav şoreşê de, bi kêmtirîn derfet û îmkanatan û li dijwartirîn rewşê de waneyan dixwînin û mezintirîn serkevtin û şanazî bo xwe û Hizba Demokrat tomar dikin.