Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nîşandana mûşeka “Haypêrsonîk” ji aliyê rejîma Îranê ve bû sedema bertekên cîhanî

12:39 - 8 Hezîran 2023

Nîşandana mûşekekê li Tehranê ji aliyê Spaha Pasdaran a rejîmê ve ku îdia dike mûşeka “Haypêrsonîk” e, berteka welatên cîhanê li pey xwe anî.

Roja Çarşemî 17ê Cozerdana 1402an a Rojî, piştî nîşandana mûşeka “Fetah” ji aliyê Spaha Pasdaran a rejîma Îranê ve, “Yoav Gallant” Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê gotiye, ku Îsraîlê şiyan û hêza serkevtin bi ser hemû çekên Îranê de heye.

Herwisa navbirî eva jî zêdekir ku: “Çi li esmanan be çi li ser erdê be, çi li deryayê be, me bersiva êrîşkerane bo neyar û dijberên xwe heye.”

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê di huşdariyekê de bi Hizbullaha Lubnanê got: “Eger ew girûpe rastî şaşiyan bê û bixwaze êrîşê ser Îsraîlê bike, bersiva Îsraîlê dê bi curekê be ku Lubnanê ber bi serdemê Hecerê ve bibe.”

Ji aliyeke dinê ve Wezareta Derve ya Berîtaniyayê bi nîşandana bertek bi hewlên rejîma Îranê û nîşandana mûşeka “Fetah” ragihand, berdewambûna bernameya mûşekî ya Îranê tevî hemû huşdariyên Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî, nîşana bêrêzîkirina Îranê bi wê Saziyê û gefxwarinên rejîmê li aramiya giştî a cîhanê ye.”

Her di vê derheqê de Berdevkê Şêwreya Ewlehî ya Netewiya Koşka Sipî ragihandiye, ku dewleta Amerîkayê gelek bi micidî li hember hewlên nearamkerane yên Îranê dê bisekîne û dê rejîma Îranê rastî dorpêçên zêdetir bîne.