Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjeya xwekujiyê li Îran û bi taybet li Kurdistanê zêde bûye

14:27 - 8 Hezîran 2023

Li meha Cozerdana îsal de zêdetir ji 4 jin û keçek bi sedemên cuda hatine kuştin û ji destpêka îsal ve heta niha zêdetir ji 10 jin yan hatine ji aliyê malbat û hevjînên xwe ve hatine kuştin yan jî xwe kujî kirine.

Rojnameya “I`itimad” a ser bi rejîma Îranê di raporekê de belav kiriye ku, ji destpêka meha Cozerdana îsal ve 4 keç û jin canê xwe ji dest dane ku yek ji aliyê birayê xwe ve û yek din jî, ji aliyê hevjînê xwe ve hatine kuştin û ji despêka îsal ve heta niha 10 jin û keç bûne qurbaniya zewicîna di bin temenê zarokatî û pirsgirêkên malbatî de”.

Rojanemya I`itmad a rejîmê bê vê ku di hin haletan de rejîmê sebebkarê wê karesatê bizane, daye zanîn: “Piraniya wan jin û keçên hatinî kuştin û xwekujî kirine ji gundên parêzgehên “Sine û Urmiyê” bûne. Lêkolîn nîşan didin ku kuştina jin û keçan li wan parêzgehan ji ber nakokiyên malbatî, zewaca bi zorê, zewaca zarokan, cudatîdanîn û…hwd bûne; Di hin haletan de keçên kêm temen ji bo vê ku ji zewacên bi zorê rizgar bibin, xwe dikujin.”

Ew îdiaya rojnameya rejîmê di halekê de ye, ku rejîmê bi yasaya xwe ya “zewaca zarokan” ku bi ser xelkê de sepandiye û bi çêkirina rewşeke dijwar bi ser xelkê de û nebûna kar û bêhêvîbûn ji jiyanê, sebebkarê sereke yê xwekujiya jin û keçan li Îran û bi teybet li Kurdistanê ye.

Ew rojnameya rejîmê behsa destdirêjiya hêzên Spaha Pasdaran bo ser jin û keçan di girtîgehan de nake ku bi dehan jin û keç di girtîgehên rejîmê de rastî destdirêjiya hêzên rejîmê hatine û di dema azadbûn ji girtîgehên rejîmê, di heyameke kin de dawiyê bi jiyana xwe tînin.