Duh roja Înê 19ê Cozerdanê, rêûresma yada jidayîkbûna şehîdê serhildana Jînayê “Daniyal Pabendî” ji cangoriyên tevgera Jin Jiyan Azadî, li goristana Ayçî ya Seqizê bi amadebûna dayîkên şehîdên vê serhildanê bi rê ve çû, û paşê ew dayîkane çûne bajarê Bokanê û serdana tirba şehîdên şoreşa Jin Jiyan Azadiyê li vî bajarî bikin ku hêzên ewlehî yên rejîmê piştî dawîpêhatina rêûresmê ew binçav kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, dayîkên mafxwaz ên şehîdên Sine, Dêwolan û Dîwandere di dema vegerînê de li rêya bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine girtin.
Hatiye ragihandin, ku ew dayîkane û hin kesûkarên wan ku di du mînîbosan de bûne hatine girtin û heta vê gavê ti zaniyariyek derheq qedera wan ber dest nîne.
Pêka dîmenên hatinî belavkirin, daîka Jîna Emînî, “Mojgan Îftixarî” jî li ser tirba şehîdan û digel wan dayîkan bûye.
Dayîkên mafxwaz ên Kurdistanê, duh roja Înê 19ê Cozerdanê, li ser tirba şehîdên şoreşa Jînayê bi bilindkirina wêneyê zarokên xwe yên şehîd û dana dirûşmên wek, “şehîd namirin, sund bi xwîna hevalan, emê berdewam bin heta dawiyê û jin jiyan azadî” yad û bîra şehîdên rêya rizgariya Kurd û Kurdistanê bilind nirxandin.