Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li ser sînorê Newsûdê kolberek birîndar bû

10:33 - 10 Hezîran 2023

Di berdewamiya kuştin û birîndarkirina kolberan ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîmê li ser sînorên destkird ên Kurdistanê, çend roj berî niha kolberek li ser sînorê Newsûdê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate birîndarkirin.

Li gorî nûçeya ku Ajnasa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, roja Çarşemî 17ê Cozerdanê, kolberekî Kurd yê bi navê “Ensar (nasnavê wî nediyar)” yê xelkê gundê “Mensûr Aqayî” ê ser bi bajarê Şaho yê ser bi navçeya Rewanserê, bi gulleyên hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Newsûdê birîndar bû.

Hêzên rejîmê bi bê agehdarkirina berê rasterast teqe ji wî kolberê 27 salî kirine û navbirî birîndar bûye.

Ew kolberê Kurd di wê bûyerê de, ji aliyê piştê ve hatiye birîndarkirin û ji bo tedawiya pizîşkî bo yek ji navendên dermanî yên bajarê Ciwanroyê hatiye veguhastin.

Her di vê derheqê de, êvareya Duşemî 15ê Cozerdanê, çar kolberên Kurd yên bi navên “Elî Husênî yê 17 salî û xelkê gundê Bilebizana Pawê, Soran Danişî yê 20 salî û xelkê gundê Bilebizana Pawê, Şivan yê ku nasnavê wî nexuya ye û yê 35 salî û xelkê gundê Satiyar yê ser bi Pawê û Kavan Husênî yê 18 salî û xelkê gundê Dişe yê ser bi Pawê bi sedema gullereşandina hêzên rejîmê li ser sînorê Newsûdê hatine birîndarkirin.