Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi hênceta “nebûna pereyê xwedîkirî” avahiyên dîrokî difroşe

11:45 - 10 Hezîran 2023

Di rewşekê de ku firotina avahiyên dîrokî û mîrata çandî ji aliyê rejîmê ve tê firotin, Wezîrê Mîrata Çandî, Hunerên Destî û Geştiyarî îdia dike ku bi vê kiryarê rê ji jinavçûna wan avahiyan tê girtin.

Ji destpêka îsal ve 19 avahiyên dîrokî ji aliyê Sindoqa Geşepêdana Hunerên Destî û Vejandin û Berhevkirinê ya girêdayî Wezareta Mîrata Çandî, Geştiyarî û Hunerên Destî ve ji bo “mezat”ê (muzayêdê) hatine danîn.

Di rewşekê de ku firotina avahiyên dîrokî ji aliyê rejîmê ve ber bi zêdebûnê ve diçe, Wezîrê Mîrata Çandî û Pîşeyên Destî û Geştiyarî yê rejîma Îranê “Îzetullah Zerxamî” îdia kiriye ku, “bi wê kiryarê dê pêşiya jinavçûn û hilweşîna wan avahiyên dîrokî bê girtin”.

“Îzetullah Zerxamî” roja Pêncşemî 18ê Cozerdanê, di konferanseke rojnamevanî de îdia kir ku: “Wezareta Mîrata Çandî ji bo parastina avahiyên dîrokî û kevnar bi kêmasiyeke mezin a çavkaniyên mirovî re rû bi rû ye û bi taybetî di warê parastin û parêzvaniya avahîyên kevnar û cihên dîrokî de.”

Eva jî di halekê de ye ku Ajansa Nûçegihaniya “Îsna” a ser bi rejîmê, 4ê Banemera îsal ji firotina 19 avahiyên dîrokî ji aliyê Sindoqa Geşepêdana Hunerên Destî û Vejandin û  Berhevkirinê ya girêdayî Wezareta Çandî, Geştiyarî û Hunerên Destî ya rejîmê ve dabû zanîn.

Firotina avahiyên dîrokî û milkê giştî ji aliyê rejîmê ve ji destpêka îsal ve bû manşêta nûçeyan û rejîma Îranê wan avahiyan bi nirxek zêde difiroşe û wî pareyî terxanê çek û teqemenî ji bo kiryarên xwe yên terorîstî di navçeyê de dike.