Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîkên şehîdên şoreşa Jînayê li ser tirba şehîdan kom bûn

11:50 - 10 Hezîran 2023

Dayîkên şehîdên şoreşa “Jîna”yê û malbatên wan ên li bajarên “Sine, Seqiz, Kamiyaran, Bokan, Dîwandere û Dêwolan”ê li ser tirba pîroz a şehîdan li goristana bajarên “Seqiz û Bokan”ê kom bûn û sirûdên şoreşgerî xwendin.

Roja Înê 19ê Cozerdana 1402 a Rojî, dayîkên şehîdên şoreşa “Jîna”yê ji çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê li ser tirba pîroz a şehîdan li goristanên Seqiz û Bokanê de bi beşdariya xelkê têkoşer û welatparêz ên çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê kom bûn û yada wan şehîdan bi bilindî ragirtin û soza xwe digel rêya wan şehîdan dubare kirin.

Dayîkên şehîdan û malbatên wan şehîdan û xelkê şoreşger, bi amadebûn li ser tirba şehîdên şoreşa Jînayê li goristana bajarê Bokanê û goristana “Ayçî” ya bajarê Seqizê, wêneyên zarokên xwe yên şehîd hilgirtin û sirûda “Ey Şehîdan” sitrandin û helbestên şoreşgerî xwendin û dirûşmên wek “şehîd namirin, jin jiyan azadî, şehîd şehîdê Kurdistanê ye” dan.

Di vê kombûnê de daye “Şerîfe”, dayîka şehîd “Ramîn Husênpenahî” ku beşdarî kiribû, gulên sor pêşkêşî dayîkên şehîdan kirin.

Herwisa li salroja jidayîkbûna şehîdê şoreşa “Jîna”yê “Daniyal Paybendî” yê temen 17 salî, malbat û dayîkên şehîdan li ser tirba wî şehîdî li gorîstana Ayşî de kom bûn û rêûresmek roja jidayîkbûna wî bilind nirxandin û digel rê û rêbaza şehîdan peymana wefadariyê nû kirin.