Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Saziyên Mafê Mirovî yên Îranê derheq menca îdamê di Îranê de

11:55 - 10 Hezîran 2023

Zêdetir ji 10 saziyên mafê mirovî yên Îranê di daxuyaniyekê de derheq menca îdamê li Îranê huşdarî dan û ragihandine ku “ev kiryara rejîma Îranê hewcehî bi bertekên lezgîn yên cîhanî heye”.

Di beşek ji vê daxuyaniya hevpar a saziyên mafê mirovî yên Îranê de hatiye: “Em wekî wajokerên vê daxuyaniyê ji ber zêdebûna menca bidarvekirinan ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve di heyama çend mehên derbasbûyî de, gelek nîgeran û dilgiran in; ew bidarvekirinane bi awayekî bi zanebûn û bi mebesta tirsandina xelkê Îranê piştî şoreşa 8 mehe û bêmînak ya xelkê Îranê û tepeserkirina xelkê nerazî yên Îranê tê encamdan û ger civaka navnetewî di niha de dest nehavêje kareke micid, ev bidarvekirinane ji aliyê rejîma Îranê ve dê berdewam bin”.

Di beşeke din a vê daxuyaniyê de bas ji bidarvekirina “Mecîdriza Kazimî, Salih Mîrhaşimî û Seîd Yeqûbî” li girtîgeha rejîmê li bajarê “Îsfehan”ê hatiye kirin û dane zanîn, ku “bo tohmetbarkirina wan û wergirtina îtirafan, ev her sê ciwan rastî îşkence û azarên zêde hatibûn û bi tohmetên ewlehî û muharibe hatibûne bidarvekirin”.

Herwisa di vê daxuyaniyê de hatiye ragihandin, ku “ji meha Yekem a sala 2023an ve sedan kes li Îranê hatine bidarvekirin û pêka çavkaniyan zêdetir ji 290 heta 310 kes hatine bidarvekirin, bi awayekî ku rêjeya îdamê 75 ji sedî li sala derbasbûyî zêdetir bûye, û netewên weke Kurd û Belûç zêdetirîn welatî ji wan hatine bidarvekirin û ew cezayane ji aliyê dadgehên vê rejîmê ve têne sepandin bi ser xelkê de”.

Herwisa wan saziyan daxwaz ji Saziya Lêborîna Navnetewî û welatan kirine ku bi awayekî lezgîn û rohn ji rêyên cuda yên weke gazîkirina nûnerên Îranê li welatên xwe û balyozxaneyên rejîm û…hwd, li derheq pêşîgirtina îdama serberdayî li Îranî pêngaveke micid hilgirin û nabe bêdeng bimênin, di halekê de ku dehan kes hatine bidarvekirin û dehan kesên din jî, di girtîgehan de li benda bidarvekirinê ne.

Ajansa Mafê Mirovî ya Kurdpayê yek ji wajokerê wê daxuyaniya mafê mirovî ya hevpar e.