Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: “Rûsiye bo avakirina kompaniayeke berhemanîna dironan, alavên hewce ji Îranê werdigre”

12:10 - 10 Hezîran 2023

Berdevkê Şêwreya Ewlehiya Netewî ya Koşka Sipî, tevî îşarekirin bi vê ku Rûsiyê bi 100an diron ji Îranê wergirtine got: “Rejîma Îranê alavên taybet bi berhemanîna dironan jî bi Rûsiyê re daye”.

Roja Înê 19ê Cozerdanê, Berdevkê Şêwreya Ewlehiya Netewî ya Koşka Sipî, “Can Kêrbî” di civîneke rojnamevaniyê de tevî îşarekirin bi vê ku Îran û Rûsiye piştevaniya leşkerî bi hev re dikin û rejîma Îranê alavên dironan bi Rûsuyê re dide, got: “Rûsiye dê li mehên destpêkî yên sala bê de, dironên Îranê berhem bîne”.

Herwisa navbirî gotiye ku Rûsiyê kompaniya berhemanîna dironên Îranê li devera aborî ya “Alaboga” ya Rûsiyê de ava dike û alav û zaniyariyên hewce ji Îranê werdigire”.

Herwisa “Can Kêrbî” gotiye: “Rejîma Îranê dixwaze ku bi milyardan Dolar, alavên leşkerî bi taybet helîkopter, balafirên Soxo35 û balafirên din ji Rûsiyê bikire”.

Pêka zaniyariyên ewlehiya Amerîkayê, dironên rejîma Îranê ji qiraxava “Emîrabad”ê nêzî bajarê “Bêhşehr” ê ser bi parêzgeha Mazenderanê têne barkirin û bi rêya deryayiya Xezerê ve bo qiraxava “Mexaç Qele” a komara Daxistanê li başûrê Rûsiyê têne veguhastin û ji wir ve, bi 2 rêyên cuda bo enya şerê digel Ukraynê têne veguhastin.