Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Netanyahû: Îsraîl bo berevanîkirin ji xwe dê bi hemû awayekî li hember rejîma Îranê bisekîne

12:18 - 10 Hezîran 2023

Serokwezîrê Îsraîlê ragihandiye: Heta niha dîplomasî nekariye pêşiya çalakiyên berfireh yên Navkiya rejîma Îranê bigire.

Bênyamîn Netanyahû Serokwezîrê Îsraîlê, roja Înê 19ê Cozerdana 1402an a Rojî, di hevpeyvînekê de digel “Sikay News”ê ragihandiye: “Îsraîl bo parastin û berevanîkirin ji welatê xwe li hember gefên rejîma Îranê, amade ye her karek ku hewce be encam bide û guh nade bi gefên vê rejîmê”.

Navbirî li derheq çalakiyên Navkî yên rejîma Îranê û binpêkariyên lihevkirina Navkî ya ji aliyê rejîma Îranê ve got: “Îran ti carî digel dîplomasiyê nebûye û tenê rêçareya rûbirûbûn digel gefên rejîma Îranê, rêyên leşkerî ye”.

Herwisa di dawiyê de Serokwezîrê Îsraîlê eva jî zêde kir, ku Îran soza dûbarekirina “Holokast”ê û jinavbirina 6 heta 7 miliyon cihûyan li Îsraîlê daye, lê divê berpirsên wê rejîmê bi başî vê yekê bizane ku ti carî Îsraîl rê nade ku Îran vê yekê bike”.