Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du welatiyên Avdananê li girtîgeha Îtilaata rejîmê girev girtine

22:32 - 10 Hezîran 2023

Du kes ji binçavkiriyên xelkê bajarê Avdananê yên bi navên “Mihemed Daniyalî û Nasir Rizayî” di girtîgeha Îtilaata rejîmê de li bajarê Îlamê, dest avêtine gireva birçîbûnê.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, “Mihemed Daniyalî”  yê temen 23 salî û endamê girûpa çiyagerî ya “Binar”ê û “Nasir Rizayî” yê temen 43 salî û xelkê bajarê “Serawbax” ê ser bi bajarê Avdanan”ê, roja Înê 19ê Cozerdana 1402 a Rojî, li girtîgeha Îtilaatê ya rejîmê li bajarê Îlamê, dest avêtine gireva birçîbûnê.

Wan du welatiyane bi mebesta nîşandana nerizayetiya xwe li derheq îşkencekirina wan ji aliyê  rejîmê û herwisa rohnnebûna dosyeyên xwe, man girtine.

Mihemed Daniyalî roja 25ê Banemera 1402 a Rojî, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê li bajarê Dêhloranê hatiye binçavkirin û bo lêkolînê bo girtîgeha Îtilaata rejîmê li bajarê Îlamê hatibû veguhastin.

Herwisa Nasir Rizayî jî, roja Duşemî 1ê Cozerdana 1402 a Rojî, bi bê hebûna ti belkeyeke yasayî û li qaraca bajarê Ehwazê  ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin.