Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yada şehîdê şoreşa Jînayê li bajarê Sinê bilind hate ragirtin

12:49 - 1 Hezîran 2023

Roja Çarşemî 10 Cozerdanê, komek ji malbatên şehîdên şoreşa “Jîna”yê sardana malbata şehîd “Dariyûş Elîzade” kirin û yad û navê wan şehîdan bilind ragirtin.

Malbatên şehîdan bi axabanûyan û wêneyên şehîdên xwe yad û navê şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê bilind ragirtin û ragihandine ku rêbaza şehîdan berdewam e.

“Dariyûş Elîzade” roja 16ê Rezberê bi teqeya rasterast a hêzên rejîmê hate birîndarkirin û piştre bi sedema xwînrêjiyeke zêde canê xwe ji dest da.

Di mesa şoreşa “Jîna”yê de, 123 welatiyên xebatkar li Kurdistanê bi teqeya hêzên rejîmê hatine şehîdkirin û dehan kes bi sedema îşkence û lêdanê di girtîgehên rejîmê de hatine şehîdkirin; ji wê demê vir ve xelkê bişeref yên Kurdistanê digel malbatên şehîdan sardana tirba şehîdan dikin û digel rê û rêbaza wan peymana wefadariyê nû dikin.