Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koçkirina peresdaran ji Îranê\ mehane 200 peresdar koç dikin

10:34 - 11 Hezîran 2023

Midehek e ku koçkirina peresdaran ji Îranê bûye manşêta nûçegihaniyên navxweyî û di vê derheqê de Sekereterê Mala Peresdaran a rejîmê gotiye, ku mehane zêdetir ji 200 peresdar ji Îranê bo derveyê welat koç dikin.

Li gor amarên ku ji aliyê Sekreterê Giştî yê Mala Peresdaran a rejîmê ve hatiye belavkirin, amarên koçkirina peresdaran di dawiya salê de dê bigihê 2 heta 3 hezar kesan.

“Mihemed Şerîfî Muqedem”, Sekreterê Giştî yê Mala Peresdaran a rejîma Îranê di hevpeyvînekê de digel malpera “Şebekê Şerq” gotiye: “Mehane 150 heta 200 peresdar ji Îranê koç dikin û amarên nefermî derheq koçkirina peresdaran gelek ji wê amarê zêdetirin”.

Eva jî di halekê de ye ku “Ebas Ebadî”, Cihgirê Peresdariya Wezareta Tendirustî ya rejîmê ji kêmbûna zêdetir ji 70 hezar peresdar di hemû beşên dermanî de dabû zanîn.

Koçkirina peresdaran ji Îran vedigere li ser kêmbûna mûçeyên wan û givaşên rejîmê li ser wê qata civatgehê; Hatiye zanîn ku di şoreşa Jînayê de gelek peresdar ji aliyê hêzên rejîmê ve bi tohmeta dermankirina birîndaranên wê şoreşê hatibûne girtin û gelek ji wan jî, li ser karê wan hatine vêdebirin.