Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna çalakiyên banghêjî li bajarên Kurdistanê

10:42 - 11 Hezîran 2023

Endam û alîgirên Hizba Demokrat li bajarên “Bane û Bokan”ê, bi bilindkirina alaya pîroz a Kurdistanê û nivîsandina dirûşman, çalakiyên banghêjiyê lidar xistin.

Pêka girte vîdyo û wêneyên ku bo Odeya Nûçeyan a Navenda Ragihandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê hatine şandin, endam û alîgirên Hizba Demokrat, şeva Şemî li ser Yekşemî, 21ê Cozerdana 1402 a Rojî, bi nivîsandina dirûşmam li ser dîwarên binkeya besîcên rejîmê li gundê “Hacî Alîkend” ê ser bi bajarê Bokanê çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Endam û alîgirên Hizba Demokrat li gundê Hacî Alîkenda Bokanê, bi nivîsandina dirûşmên wek “mirin û neman bo xwefiroşan, biherife komara sêdarê, mirin û neman bo Xamineyî, bijî Hizba Demokrat”, li ser dîwarê binkeya besîcên rejîmê li vî gundî, peymana emegnasî û wefadariya xwe digel Hizba Demokrat dubare kirin.

Ji aliyek dinê ve, endamên Hizba Demokrat li bajarê Baneyê û li bilindahiyên vî bajarî, alaya pîroz a Kurdistanê bilind kirin û çalakiyên banghêjiyê lidar xistin û peymana emegnasî û wefadariya xwe digel Hizba Demokrat dubare kirin.