Li 10 rojên destpêka meha Hezîrana 2023 a Zayînî de, aliyê kêm 60 hevwelatî di bajarên Îran û Kurdistanê de, ji aliyên hêzên rejîma Tehranê ve hatine girtin.
Li gorî amara Nûçegihaniya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama 10 rojên destpêka meha Hezîrana 2023an de, aliyê kêm 60 hevwelatî di bajarên cuda ên Îranê de ji aliyê navendên ewlehî yên rejîmê ve hatine girtin ku aliyê kêm 17 kes ji wan jin bûne.
Hengawê ragihandiye, ku di nav wan kesên hatinî girtin de, 34 kes ji wan welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ne û 21 kes jî Belûç in.
Her li gor wê amarê, di vê heyamê de herî kêm 17 jin û 9 zarok jî, ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîma Îranê ve hatine girtin.
Rejîma Îranê dixwaze bi girtina ciwanên azadîxwaz û mîlîtarîzekirina bajarên Rojhilatê Kurdistanê û netewên din, pêşiya serhildana xelkê bigire, lê xelkê azadîxwaz bi serhildanê û çalakiyên xwe îsbat kirine ku ti hêzeke dîktator nikare pêşiya serhildana girseyî bigire.