Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komeleya Mafê Mirovî ya Kurdistan-Jinêv: “Girtin, îşkencekirin, kuştin û bidarvekirina xelkê Kurd berdewam e”

11:32 - 11 Hezîran 2023

Komeleya Mafê Mirovî ya Kurdistan-Jinêv di rapora xwe ya nû de derheq binpêkirina mafên mirovî li Kurdistanê nivîsiye: “Girtin, îşkencekirin, kuştin û bidarvekirina xelkê Kurd heta niha jî berdewam e”.

Roja Şemî 20ê Cozerdana 1402 a Rojî, Komeleya Mafê Mirovî ya Kurdistan-Jinêv bi belavkirina raporeke 17 rûpelî li derheq rewşa mafê mirovî li Kurdistanê bo rakîşana bala raportêrê taybet yê rêkxirawa Neteweyên Yekgirtî, rêkxirawên mafê mirovî, medya û bi taybet hizra giştî, nivîsiye: “Girtin, îşkencekirin, kuştin û bidarvekirina xelkê Kurd heta niha jî, ji aliyê rejîmê ve berdewam e”.

Di vê raporê de behsa serkuta gelên serhildayî yên Îranê li dijî desthilatdariyê piştî şehîdkirina “Jîna Emînî”, bi taybet li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê hatiye kirin.

Herwisa di vê raporê de hatiye, ku kabîneya “Îbrahîm Reîsî” her wek hemû kabîneyên rejîmê, bi çaveke ewlehî û olî ve mêzeyê Kurdistan û neteweyên din ên Îranê dike.

Di vê raporê de bi giştî û bi taybet li derheq “serkut, bidarvekirin, bidarvekirina girtiyên siyasî, kuştina serberadayî ya kolberan û bûyerên ku bi sedema teqîna mînên bicihmayî yên şerê di navbera Îran û Îraqê de ku xelkê medenî dike armanc, hatiye şirovekirin.

Komeleya Mafê Mirovî ya Kurdistan-Jinêvê di berdewamiyê de behsa vê yekê kiriye ku berpirsên rejîma Îslamî ya Îranê, amara “bidarvekirinan, kuştina kolberan, kesên ku bi sedema teqîna mînê canê xwe ji dest didin bi taybet yên kêmîneyên netewî”, bi rohnî û serastî belav nake.

Herwisa di beşeke din a vê raporê de hatiye, ku bo mînak, %68 a bidarvekirinên vê dawiyê, ji aliyê rejîmê ve nehatine ragihandin.

Herwisa ji destpêkirina serhildana xelkê Kurdistanê li dijî desthiladariya rejîmê heta niha, 140 kes ji xwenîşanderan hatine şehîdkirin ku 10 ji wan jin û 17 ji wan jêr temenê 18 saliyê bûne û 22 welatiyên din ên Kurdistanê di bajarên din ên Îranê de canê xwe ji dest dane.

Di beşa dawî ya vê raporê de hatiye ku ji destpêka serhildana seranserî ya gelên Îranê li dijî desthilatdariyê heta niha, 490 kes ji xwenîşanderan hatine şehîdkirin ku 445 kes ji wan mêr, 45 jin û 145 kes welatiyên Rojhilatê Kurdistanê û 135 kes jî hevwelatiyên Belûç bûne û herwisa 10 welatiyên Kurd li jêr îşkenceyan de canê xwe ji dest dane.