Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Seqizê, çalakvanekî medenî ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin

11:35 - 11 Hezîran 2023

Çalakvanekî medenî yê xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve li bajarê Seqizê hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Şemî 20ê Cozerdana 1402 a Rojî, çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Seqizê “Eyûb Cewanpûr”, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin”.

Herwisa “Kurdpa”yê daye zanîn, ku hêzên rejîmê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ew çalakvanê medenî binçav kirine û hêzên rejîmê di dema binçavkirina navbirî de bi awayekî hovane û tundûtîjî digel wî reftar kirine.

Ew çalakvanê Kurd heta niha çendîn caran bi sedema çalakiyên wî, bo îdareya Îtilaat a rejîmê li bajarê Seqizê hatibû banghêjkirin û lêpêçîn ji navbirî hatibû kirin.

Heta belavbûna vê nûçeyê, ti zaniyariyek derheq sedema binçavkirin û tohmetên hatinî sepandin bi ser “Eyûb Cewanpûr” de li ber dest nîne.