Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ertêşa Îsraîlê ji bo berhevkirina agahiyan derheq Îranê yekîneyeke nû ava kir

12:36 - 11 Hezîran 2023

Malpera “Way Net” (Ynet) a welatê Îsraîlê di raporekê de bi îşarekirin ji avakirina yekîneyeke nû di Îtilaata Ertêşa Îsraîlê de ragihandiye, ku erkê wê navendê komkirina zaniyariyên derheq rejîma Îranê û bi taybetî Spaha Pasdaran a rejîmê û amadekirina Ertêşa vî welatî ji bo şerê rasterast digel rejîma Îranê ye.

Li gorî vê raporê, bi dehan serbaz û efserên Ertêşa Îsraîlê di yekîneya 54 a Îtilaata Ertêşê de, bi awayê şev û roj guherinkariyên li Îranê ji wan bernameya mûşekî û balafirên bê balafirvan dişopînin. Herwisa ew navenda Îsraîlê lîsteyekê ji navendên girîng ên rejîma Îranê ji bo êrîşa îhtimalî ya Îsraîlê bo ser rejîma Îranê bo Îsraîlê berhev dike.

Fermandeyê beşa lêkolînê di yekîneya 54 a Îtilata Ertêşa Îsraîlê de ku navê wî nehatiye eşkerekirin, ji “Ynet”ê re gotiye, şerê bi Îranê re ji şerê dijî rêxistinên Filistînî yên li Xezeyê û heta Hizbullaha Lubnanê cudatir e.

Bi gotina wî berpirsê Îsraîlê, erkê vê yekîneyê ew e ku zaniyariyên pêwîst derheq Îranê, hêzên wê yên leşkerî û şiyanên wê yên şerkerî û stratejî, bide fermandeyên paye bilind ên Ertêşa Îsraîlê. Herwiha ev yekîneye derheq fermandehiya hêzên çekdar ên rejîma Îranê zaniyariyên giştî dide rayedarên Îsraîlê.