Li heyama salên 1399 heta 1401 a Rojî, di parêzgeha Îlamê de nexweşiya “Teba Malt” 4 beranber zêde bûye û nexweşên wê nesaxiyê hewcehî bi dermanên taybet hene û nirxa wan demanan gelek bilind bûye.
Cihgirê Tendirustî yê Zanîngeha Zanista Pizîşkî ya Îlamê, “Yûnis Ehmedî” tevî îşarekirin bi zêdebûna 4 beranberî ya tûşbûn bi nexweşiya “Teba Malt” li parêzgeha Îlamê di navbera salên 1399 heta 1401 a Rojî de, gotiye ku serjêkirina neyasayî ya ajelan û firotina goşt li derdora bajaran û nebûna çavdêriya tendirustiyê li ser wan, bûye sedema zêdebûna vê rêjeyê.
Çend meh berî niha jî, Birêveberê “Pêşîgirtin û Lihemberderkevtin” digel nexweşiyan a Zanîngeha Zanista Pizîşkî ya Yasûcê, “Behmen Reşîdpûr” bas ji zêdebûna 4 beranberî ya nexweşiya “Teba Malt” li vê parêzgehê de kiribû û gotibû, ku rêjeya tûşbûn bi “Teba Malt” li Kehgîlûye û Bûyerehmedê di sala 1400 a Rojî de, 189 halet bûne ku ew rêjeye li sala 1401 a Rojî bûye 224 halet.
Herwisa Cihgirê Tendirustiya Zanîngeha Zanista Pizîşkî ya Erdebîlê jî, li meha Banemera îsal de bas ji 3 beranberbûna “Teba Malt” li parêzgeha Erdebîlê kiribû û di vê derheqê de huşdarî dabû.
Hêjayê gotinê ye ku her salê 15 heta 20 hezar kes li seranserê Îranê tûşî nexeweşiya “Teba Malt” dibin û ew yeka di halekê de ye ku nirxa dermanan li Îranê bi yekcarî gelek bilind bûye û piraniya xelkê Îran û Kurdistanê nikarin bo çareseriya nexweşiyê, wan dermanan dabîn bikin.