Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du terorîstên rejîma Îranê li Kirmaşan û Îzeyê hatine kuştin

22:12 - 11 Hezîran 2023

Li gorî nûçeyên xwecihî, îro roja Yekşemî 21 Cozerdanê du hêzên serkutkar ên rejîmê li bajarê Kirmaşan û Îzeyê ji aliyê kesên nenaskirî ve hatine kuştin. Herwisa hêêzn rejîmê jî li Îzeyê kesek medenî gullebaran kirin.

Pêka gotina berpirsên rejîmê, îro roja Yekşemî 21ê Cozerdanê, şerûpevçûnek li şehreka “Kernaçî” ya ser bi bajarê Kirmaşanê di navbera hêzên Spaha Pasdaran û kesên nenaskirî de qewimî ku di encamê de terorîstekî Spaha Pasdaran ê bi navê “Secad Emîrî” hate kuştin.

Hevdem li bajarê Îzeya Xûzistanê jî, piledarekî rejîmê ji aliyê kesên nenaskirî ve hate kuştin.

Cihgirê Fermandê Întizamiya rejîmê li parêzgeha Xûzistanê kuştina wî piledarê rejîmê piştrast kiriye û daye zanîn, kesekî bi maşîna xwe ya cura Tîbayê daye ser piledarekî Hêzên Întizamî û di encamê de Serwan “Mihemd Qenberî” hatiye kuştin.

Hêzên serkutkar ên rejîmê li bajarê Îzeyê berdewam givaşê bo xelkê medenî tînin û îro roja Yekşemî 21ê Cozerdanê, kurapê dayîka “Kiyan Pîrfelek” yê 10 salî ku bi gulleyên hêzên rejîmê di nav şoreşa Jînayê de hatibû kuştin, yê bi navê “Pûya Mûlayîrad” piştî rêûresma roja jidayîkbûna “Kiyan Pîrfelek” li bajarê Îzeyê ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîmê ve hate gullebarankirin.