Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêborîna Navnetewî: Îdamê di Îranê de bisekinînin

16:08 - 1 Hezîran 2023

Saziya Lêborîna Navnetewî bo pêşîgirtin ji îdamê di Îranê de banghêjiyek belav kiriye û dibêje rojane aliyê kêm 3 kes bi awayekî serberdayî li girtîgehên Îranê de têne îdamkirin û divê pêşiya qurbanîbûna xelkê bê girtin.

Saziya Lêborîna Navnetewî bi belavkirina banghêjiyekê li derheq menca îdamê di Îranê de ragihandiye, ku karbidestên rejîmê di bin navê îdamên dadwerî de dest avêtiye bi kuştina hovane ku ji aliyê xwedî rejîmê ve jî tê pejirand û kesên binçavkirî yên pêwendîdar bi cezayên madeyên hişber, xwenîşander, neraziyên siyasî û welatiyên netewên bin dest îdam dike.

Saziya Lêborîna Navnetewî di beşeke din a banghêjiya xwe de daxwaz ji welatên din kiriye, ku bi lezgînî givaşê bixine ser karbidestên rejîma Îranê ku cîbicîkirina cezayê îdamê di Îranê de bisekinîne.

Di dawiyê de hatiye ku karbidestên rejîma Îranê tevahiya girtîgehên vî welatî kirine bi cihê kuştarên hovane û karbidestên rejîma Îranê di sala 2023an de, cezayê bidarvekirina sedan kesan cî bi cî kirine û rojane aliyê kêm 3 kes bi awayekî serberdayî têne îdamkirin û divê pêşiya qurbanîbûna xelkê bê girtin.