Welatiyekî binçavkirî yê xelkê bajarê Seqizê ku li girtîgeha rejîmê ya li bajarê Kamêranê de bû, hewla xwekujiyê da ku di encamê de canê xwe ji dest da.
Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, roja Yekşemî 21ê Cozerdana 1402 a Rojî, girtiyekî xelkê bajarê Merîwanê yê bi navê “Selah Hicranî”, li girtîgeha rejîmê ya li bajarê Kamêranê, hewla xwekujiyê da ku di encamê de canê xwe ji dest da.
Herwisa “Hengaw”ê di rapora xwe de daye zanîn ku “Selah Hicranî” yê temen 50 salî, bavê 2 zarokan e.
Ew welatiye bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber, 2 salan berî niha ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin.
Heta belavbûna vê nûçeyê ti zaniyariyek li derheq sedema xwekujiya “Selah Hicranî” li ber dest nîne.