Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtina 6 welatiyên Pîranşehrê ji aliyê rejîmê ve

11:17 - 12 Hezîran 2023

Di berdewamiya girtina welatiyan bi awayekî bikom ji aliyê hêzên rejîmê ve, 6 welatiyên bajarê Pîranşehrê yên bi navên “Ebdulrehman Qeyteran, Sedredîn Qeyteran, Xizir Mihemedpûr, Hebîb Xuşnûd, Cemal Resûlzade û Mihemed Mehmûd Feqî”, ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîmê ve hatine girtin û bo cihek nexuya hatine veguhastin.

Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê di raporekê de daye zanîn, sibêdeha roja Yekşemî 21ê Cozerdanê, Cemal Resûlzade yê kurê Mihemed û Mihemed Mehmûd Feqî yê kurê Ceifer yên xelkê gundê “Xurinc” yê ser bi bajarê Pîranşehrê, bi bê hebûna belgeyên yasayî bi awayekî tundûtîjî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.

“Kurdpa”yê ragihandiye, Ebdulrehman Qeyteran û Sedredîn Qeyteran, xelkê gundê “Kanî Mela” ku birayê hevdu ne, sibêdeha roja Yekşemî 21ê Coerdanê, di mala xwe de bi bê hebûna belgeyên yasayî bi awayekî tundûtîjî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.

Her di wê rojê de, Hebîb Xuşnûd û Xizir Mihemedpûr yên xelkê gundê “Kanî Mela” ê ser bi Pîranşehrê, bi bê hebûna belgeyên yasayî li gundê “Şinozeng” ê ser bi Pîranşehrê, ji aliyê hêzên Îtilaata rejîma Îranê ve hatine girtin.

Heta vê gavê ti zaniyariyek derheq tohmetên bi ser wan de hatinî sepandin û sedema girtina wan ber dest nîne.