Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Almanê xwenîşandanek li dijî serkut û gefxwarinên rejîma Îranê bi rê ve çû

12:10 - 12 Hezîran 2023

Bo piştevanîkirin ji şoreşa Jînayê û nîşandana nerizayetî li hember bidarvekirina girtiyên siyasî li girtîgehên rejîma Îslamî ya Îranê, xwenîşandanek li bajarê Hamborga Almanê bi rê ve çû.

Roja Şemî 20ê Cozerdana 1402 a Rojî, bo piştevanîkirin ji şoreşa Jînayê û nîşandana nerizayetî li hember bidarvekirina girtiyên siyasî ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê û herwisa gefxwarinên Spaha Pasdaran li hêzên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê, xwenîşandanek li bajarê Hamborga Almanê, bi rê ve çû.

Di vê xwenîşandana berfireh de hejmareke berçav ji endam û alîgirên Hizba Demokrat, digel çend aliyên din ên Îraniyan, beşdarî kirin.

Di wê xwenîşandanê de “Şehriyar Neqşbendî” peyama Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Hamborgê pêşkêş kir û îşare bi rola alozkerane ya hin ji aliyên opozîsiyonê li derveyî welat kir û bo serkevtina şoreşa gelên Îran û Kurdistanê, tekezî li ser wekhevî û hevakariyê kir.

Piştre peyama girtiyên siyasî ji aliyê “Rêbwar Husênî” ve hate xwendin û paşê du sirûdên şoreşgerî ji aliyê “Mihemedê Taho” ve hatine strandin.

Di beşeke din a wê xwenîşandanê de, “Ronak Serhedî” bi zimanên “Kurdî, Farsî û Almanî”, dirûşm li dijî rejîma Îslamî û siyasetên wê rejîmê didan û beşdarbûyên xwenîşandanê jî, ew dirûşmane dubare dikirin.