Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam in

12:23 - 12 Hezîran 2023

Li berdewamiya kombûnên nerizayetî ya tex û qatên civatgehê li dijî rejîma Îslamî ya Îranê, îro û roja derbasbûyî aliyê kêm çendîn kombûnên nerizayetî li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi rê ve çûn.

Îro roja Duşemî 22ê Cozerdanê, li bajarê Yasûc, Şehrê Kurd û Reştê, malnişînkiriyên şîrketa Muxabiratê derheq kêmbûna mûçe û guhnedana berpirsên rejîmê bi daxwazkariyên wan, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Duh roja Yekşemî 21ê Cozerdana 1402 a Rojî, li berdewamiya kombûnên nerizayetî li dijî desthilata gendel a rejîma Îranê, 11 kombûnên nerizayetî li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi rê ve çûn.

Duh kombûnên nerizayetî yên hejmarek ji kêmendam û kesên xwedî pêwîstiyên taybet li ber deriyê îdareya “Bêhzîstî” li bajarên “Erak, Tehran, Qum, Birûcêrd, Kirman, Kirmaşan û Erdebîl”ê bi rê ve çûn.

Herwisa kombûnên nerizayetiya malnişînkiriyên îdareya “Dabînkirina Civakî” li bajarên “Kirmaşan û Şûş”ê li ber deriyê wê îdareyê di wan bajaran de, bi rê ve çûn.

Hêjayê gotinê ye ku malnişînkiriyên kompaniya “Pîşeya Mis a Tewrêzê”, “Endazyarên Mê`imar”iya parêzgeha Erdebîlê, li ber deriyê îdareya “Rê û Bajarasazî” ya wê parêzgehê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Rojane bi dehan kombûnên nerizayetiyê li dijî gendeliya berpirsên rejîmê û dîktatoriya rejîmê li bajarên cuda ên Îran û Kurdiatanê bi rê ve diçin û dirûşmên piraniya wan kombûnan li dijî herifîna Komara Îslamî ya Îranê ne.