Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsekî Amerîkayê îdiaya danûstandina digel Îranê red kir

10:42 - 13 Hezîran 2023

Karbidestekî dewleta “Joe Biden” Duşemî 22ê Cozerdanê, ji Ajansa Nûçegihaniya “Reuters”ê re ragihandiye, ku Amerîka û Îran li ser rêkevtina Navkî ya demkî danûstandinê nakin, û îdiayên di vê derheqê de red kir.

Wî berpirsê Amerîkayê ku navê wî nehatiye eşkerekirin, tekezî kiriye ku li ser rêkevtina demkî ti gotûbêjek digel Komara Îslamî ya Îranê nehatiye kirin.

“Reuters”ê daye zanîn ku wî berpirsê dewleta “Joe Biden”, derheq nûçeyên medyayî yên pêwendiyên vê dawiyê yên Amerîka û Îranê red nekiriye, lê gotiye ku pêşniyarên pêwendîdar bi rêkevtina Navkî ya demkî derew in.

Her li ser wê mijarê, Berdevkê Wezareta Derve ya rejîma Îslamî ya Îranê roja Duşemî 22ê Cozerdanê, derheq danûstandina narasterast ya Îran û Amerîkayê îdia kiribû ku, “bingeha danûstandinê heman rêkkevtina Navkî ya hatî wajokirin e û em tiştekî di bin navê danûstandina ji bo rêkkevtina demkî piştrast nakin”.

Piştî destpêkirina serhildana Jînayê li dijî desthilta rejîma Îranê, karbidestên Amerîkayê çendîn caran gotine ku dewleta “Biden” li pey zîndîkirina Brercamê nîne, her çend dîplomasî baştirîn bijarde ye ji bo rêgirî ji hebûna çeka Navkî ya rejîma Îranê, lê hemû bijarde li ser maseyê ne heta bijardeya leşkerî.