Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêbeçûna semînareke derûnnasî ji aliyê Yekîtiya Jinan li welatê Norwêjê

10:47 - 13 Hezîran 2023

Yekîtiya Jinanên Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Norwêjê, roja Şemî 2ê Cozerdanê, semînarek li bin navê “Tendirustiya Derûnî” ji bo “Germiyan Yarhusênî” pêk anî.

Dê wê semînarê de “Germiyan Yarhusênî” behsek li ser têgihîştin li tendirustiya derûnî, çawahiya rûbirûbûn û çareserkirina givaş û kelekbûna arîşeyên derûnî di nav penaberên di tarawgehê de pêşkêş kir.

Navbirî di beşeke axavtina xwe de got: “Bo vê ku em bikarin ku me tendirustiyeke derûnî ya baş hebe, pêwîst e ku em wekî jin pêgeha xwe ya civakî li derve pêş bixin û hewl bidin ku tevlî civaka Norwêjê bibin”.

Beşa duyem ya semînarê ku hatibû terxankirin bo pirs û têbîniyên beşdaran li ser tendirustiya derûnî, ji aliyê Germiyan Yarhusênî ve hatine bersivandin.

Di dawiya semînarê de, “Namam Zerîfam”, Berpirsa Komîteya Norwêjê, destegulek pêşkêşî xanima Germiyanê kir.