“Pêdram Muînî” çalakvan û xwandekarê qonaxa duktoraya Civaknasiya Siyasî li Zanîngeha Tehranê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve li bajarê Banê hate binçavkirin.
Roja Yekşemî 21ê Cozerdanê, “Pêdram Muînî” xelkê bajarê Sinê û xwandekarê qonaxa duktoraya Civaknasiya Siyasî li Zanîngeha Zanist û Lêkolînê ya bajarê “Tehran”ê li bajarê Banê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hate binçavkirin û bo cihek nexuya hate veguhastin.
“Ferameriz Muînî” birayê navbirî di vê derheqê de ragihandiye ku hêzên ewlehî yên rejîmê bi bê hebûna belgeyên yasayî êrîşê ser ofîsa “Pêdram” li bajarê Banê kirine û navbirî binçav kirine.
Herwisa birayê “Pêdram” daye zanîn, ku tevî lipeykevtina malbata navbirî û serdankirina navendên ewlehî li bajarê Banê, heta niha ti bersivek rohn li derheq qedera wî bi wan re nehatiye dan.
“Pêdram Muînî” roja Duşemî 2ê Rezbera 1401 a Rojî, li dema şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” li bajarê Tehranê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatibû binçavkirin û bo benda 209 a girtîgeha “Êvîn”ê hatibû veguhastin
Ev xwandekarê Kurd piştî veguhastin bo girtîgeha “Êvîn”ê bi danîna barimteya 1 miliyard Tumenî bi awayekî demkî hatibû azadkirin.
Hêjayê gotinê ye ku navbirî ji aliyê lêkolerê dadseraya “Êvîn”ê ve tohmeta hewildan bo têkdana aramiya giştî ji rêya beşdarîkirin di kombûnên nerizayetiyan de bi ser Pêdram de hatibû sepandin.