Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Banka Navendî ya rejîma Îranê ragihandiye ku enflasyon ji rêjeya ku Navenda Amarê ragihandiye %5 zêdetir e

11:29 - 13 Hezîran 2023

Banka Navendî ya rejîma Îranê belav kiriye ku amara serast a enflasyona xal bi xal a meha Banemera îsal %59.7 e ku %5 zêdetir ji amara belavkirî ya Navenda Amara Îranê ye; lê di rastiyê de amara serast gelek ji wan amaran zêdetir e.

Navenda Amarî ya rejîma Îranê li 4ê Cozerdana 1402 a Rojî belav kiribû, ku nirxa enflasyona xal bi xal a meha Banemera 1402 a Rojî, %54.6 bûye, lê Banka Navendiya rejîmê ew amare bi çewt derxist û belav kiriye ku amara xal bi xal a meha Banemera îsal %59.7 e ku %5 zêdetir ji amara Navenda Amarî ye.

Herwisa malpera “Êko Îran” a rejîmê jî belav kiriye, ku nirxa enflasyona xal bi xal a meha Xakelêweya îsal %69.7 bûye, ji aliyeke dinê ve kabîneya “Îbrahîm Reîsî” belav kiriye ku ew amarên belavbûyî çewt in û nirxa enflasiyona xal bi xal a meha Xakelêweya îsla %55.5 bûye.

Di vê derheqê de “Navenda Lêkolîn” a meclîsa rejîmê li destpêka meha Cozerdanê de bi belavkirina raporekê dabû zanîn, ku Navenda Amar û Banka Navendî nirxa enflasyona meha Gelawêja 1401 a Rojî bi %46 - %51 belav kirine ku ew amare, ji aliyê xelkê ve bi %86 hatiye sehkirin.

Nirxa enflasyonê bi qasekî di Îranê de zêde ye ku heta navendên amarî yên rejîmê jî nikarin amarek serast belav bikin û her carê bo xapandina xelkê amarek direw belav dikin.