Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kurdistanê di mehekê de 77 welatî hatine girtin

10:33 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2023

Di meha Hezîrana 2023an de 168 hevwelatî li seranserê Îranê ku 77 ji wan Kurd in ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Li gorî amarên Navenda Mafê Mirovî ya Hangawê, ku rêkevta 10ê Pûşpera 1402 a Rojî belav kiriye, di meha Hezîrana 2023an de herî kêm 168 hevwelatî li seranserê Îranê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin, û helsengandina vê amarê digel amara meha Gulanê ku 107 halet hatibûne tomarkirin, rêjeya girtinê ji sedî 57 zêde bûye.

Li gorî vê raporê, herî kêm 77 welatiyên Kurd û 50 welatiyên Belûç hatine girtin. Ji girtiyan 25 jin, 16 zarok û 7 xwendekar û mamosteyên dibistanê hene.

Herwisa 76 ji sedî ji wan kesên ku hatine girtin, wate 127 haletên binçavkirinê ji hevwelatiyên Kurd û Belûç pêk hatine ku zêdetirîn hejmara girtiyan ku dike 77 halet, welatiyên Kurd bûne.

Di heman demê de Hangawê ragihandiye, ku girtina kêmîneyên olî di meha Hezîranê de jî wekî mehên borî berdewam bûye û di meha borî de herî kêm 5 çalakvanên olî hatine girtin.

Herwisa di heyama meha borî de herî kêm 25 jin li seranserê Îranê ji aliyê navendên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine girtin ku 15 ji sedî ji gelempera girtinan li xwe digire ku 15 ji wan jinên Kurd bûne.