Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şehla Çûpanî bo yek ji girtîgehên ewlehî yên rejîmê li Sinê hate veguhestin

10:56 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2023

Welatiya Kurd a bi navê Şehla Çûpanî piştî binçavkirinê, bo lêpirsînê bo îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê Sinê hate veguhastin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Şehla Çûpanî ya temen 35 salî û xelka bajarê Seqizê, piştî binçavkirinê ji aliyê hêzên Îtilaatê ve, bo îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê Sinê hate veguhestin.

Ev welatiya heta niha jî, ji destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe, hatiye bêparkirin

Roja Sêşemî rêkevta 6ê Pûşperê, demjimêr 9ê sibêdehê, hêzên Îtilaatê bi bê hebûna belgên yasayî êrîşî ser mala bavê wê li şehreka Qewex a bajarê Seqizê kirin û Şehla binçav kirin.