Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du mamostayên olî yên Kurd bo îdareya Îtilaata Pîranşarê hatine gazîkirin

10:15 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2023

Rejîmê di berdewamiya girtina mamosteyên olî yên Kurd de, gazî du mamosteyên olî yên bi navên “Seyîd Cemaledîn Wajî û Şerîf Mehmûdpûr” ji pêşnimêjên Peswêya Pîranşarê bo îdareya Îtilaata bajarê Pîranşarê kir û lêpêçînê digel wan kir.

Li gorî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 20ê Pûşperê, mamoste “Seîd Cemaledîn Wejî”, bi sedema vê ku li rêûresma sersaxiya şehîd “Adil Muhacir û Luqman Acî” yên endamên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ku sibêdeha roja Înê 16ê Pûşperê ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûne terorkirin, beşdarî kiribû, ji bo îdareya Îtilaata rejîmê li Pîranşarê hate gazîkirin û piştî 4 demjimêran lêpêçînkirin hate berdan.

Roja Duşemî 19ê Pûşperê jî, mamoste “Şerîf Mehmûdpûr”, bi sedema beşdarîkirin di rêûresma pirse û serxweşiya “Mûsa Îsmaîlî” yê welatiyê binçavkirî yê xelkê Peswê ku li bin îşkenceya hêzên Îtilaata rejîmê li Urmiyê hatibû şehîdkirin, banghêjê îdareya Îtilaata rejîmê li Pîranşehrê hate kirin û piştî 3 demjimêr lêpêçînkirin, hate berdan.

Mamoste Seyîd Cemaledîn Wejî berê jî roja Duşemî 3ê Rêbendana 1401 a Rojî, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatibû girtin û roja Çarşemî 19ê Rêbendana heman salê bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

Mamoste Şerîf Mehmûdpûr jî, li 3ê Rêbendana 1401 a Rojî, piştî xwendina daxuyaniya zanayan û mamosteyên olî li bajarê Pîranşehrê û derdorê vî bajarî derheq darvekirin, binçavkirina xweserane, îşkencekirina girtiyan û derkirina sizayê dadgehê ji bo wan, bi bê hebûna belgên yasayî ji aliyê hêzên Îtilaata rejîma Îranê ve hatibû girtin û roja Yekşemî 23ê Rêbendana heman salê, bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dema dawîhatina qonaxên dadgehê, ji girtîgeha Urmiyê hatibû berdan.