Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wêneyên îşkencekirina girtiyên siyasî hatine belavkirin\ rejîm red dike ku hatine îşkencekirin

10:49 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2023

Di heyama wan rojan de du girtiyên siyasî yên Kurd yên bi navên “Peyman Gelwanî û Mûsa Îsmaîlî” yên xelkê bajarên Pîranşehr û Mihabadê di bin îşkenceya hêzên rejîma Îranê de canê xwe ji dest dan. Lê rejîma Îranê red kiribû ku hatine îşkencekirin û dibêje, bi sedema nesaxiyê canê xwe ji dest dane.

Di halekê de ku bi nav dadsitanê rejîmê li bajarê Mihabadê yê bi navê “Mîhrab Pûr Ekber”, îdia kiribû ku “Peyman Gelwanî” bi sedema “nesaxiyê” canê xwe ji dest daye, lê ajansên mafê mirovî yên Kurdistanê hin wêne belav kirin ku cihê îşkenceya hêzên rejîmê li ser leşê wan bi rohnî xuya dike.

Di wan wêneyan de bi rohnî tê xuya ku şehîd Peyman xwînrêjiyeke zêde hebûye û li ser leşê wî jî cihê îşkenceyên hovane diyar e.

Li yek ji wan wêneyan de tê xuya ku çav û pişta wî şîn bûye û cihê îşkenceya hêzên serkutkar diyar e.