Li berdewamî û dubarebûna agirberdan li daristan û xwzaya Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve, daristanên derdora gundê “Beyele”yê ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatine şewitandin û gelek zeviyên xelkê jî di nav agir de şewitîn.
“Encumena Keska Çiya” ya Merîwanê hin dîmen ji wan agirpêkevtina belav kiriye, ku ji roja Sêşemî 20ê Pûşperê ve agir bilî şewitandina daristanên derdora gundê “Beyele”yê, niha kevtiye nav zevî û erdên werzêriya xelkê derdor û beşek zêde ji berhemên werzêriya xelkê jî şewitandiye.
Heta niha ji aliyê berpirsên pêwendîdar û hêzên Spaha Pasdaran ve ku bikerê vê agirberdanê ne, ti hewlek bo temirandina wî agirî nehatiye dan û ew agire dem bi dem geştir û berfirehtir dibe û xisarên zêde bi werzêran û xwezaya deverê xistiye.
“Encumena Keska Çiya” ya Merîwanê tevî gazindekirin ji xemsarî û guhnenada berpirsên rejîmê derheq wê agirpêkevtinê, belav kiriye ku eger bayeke tund rabe, dê ew agire trajêdiyeke mirovî û jîngehî li pey xwe bîne û keda werzarên deverê bi giştî ji nav diçe.
Hêzên Spaha Pasdaran a terorîst, bi zanebûn agir berdane daristanên derdora gundê “Beyele”yê.