Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Giranî bûye sedema kirêgirtina kelûpelan

11:11 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2023

Di Îranê de xelkê şiyana kirîna hin kelûpelên wek telefon, leptop û cilûberg û…hwd nîne û neçar in bi nirxeke giran wan bikirê bigirin.

Ji ber bihabûna nirxa telefon û laptopan gelek kes ji bo ku bi wan pêdiviyên xwe pê çareser bikin, van kelûpelan bikirê digirin.

Di hin bajaran de ji bo rojekê leptopekê bi nirxa 600 hezar Tumenî kirê didin. Kirêya telefonan jî 200 heta 300 Tumenî li xwe digire.

Pêka nûçeyên navxweyî, di niha de hin dukan pirînteran jî kirê didin û ew yeka jî, ji bo rojekê 300 heta 500 Tumenî tê kirêdan.

Di wan rojan de nirxa cilûbergan jî bi qasekî bilind bûye ku xelkê ji bo merasim û rêûresmên taybet şiyana kirina cilûbergan nîne û neçar in rû li dukanan bikin û bi nirxeke giran wan bo çend roja kirê bigirin.

Ji bo kirêgirtina wan kelûpelan divê çendîn belgên wek nasname û hin belgên dinê dabinên da ku bikarin ji bo çend şevan wan kelûpelan bikirê bigirin.