Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêberên NATOyê daxwaz ji rejîma Îranê kirine ku şandina dironan bo Rûsiyê bisekinîne

11:16 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2023

Rêberên NATOyê bi belavkirina daxuyaniyeke hevpar, daxwaz ji rejîma Îranê kirine ku şandina dironan bo Rûsiyê bisekinîne û dest ji kiryarên xwe yên alozker berde û sozên xwe li derheq qedexeya çeka navkî, cî bi cî bike.

Welatên Hevpeymaniya Atlantîka Bakur a naskirî bi “NATO”yê, li cîvîna xwe ya roja Sêşemî 20ê Pûşperê li welatê Lîtwaniyê bi belavkirina daxuyaniyeke hevpar, nigeraniya xwe ya micid derheq çalakiyên têkder ên rejîma Îranê li welatê hevpaymanên xwe nîşan dan û daxwaz ji rejîma Îranê kirine ku şandina dironan bo Rûsiyê bo jinavbirina jêrxanên welatê Ukraynê û kuştina xelkê medenî tê bikaranîn, bisekinîne.

NATOyê di vê daxuyaniya xwe de tekezî kiriye ku piştevanîkirina rejîma Îranê li şerê dagîrkeraneya Rûsiyê li dijî Ukraynê, bandor li ser ewlehiya welatên Ewro-Atlantîkê heye.

Herwisa NATOyê tekezî li ser biryara xwe ya eşkere li ser bernameya navkiya rejîma Îranê kiriye û gotiye, ku bi ti awayekî nabe destê rejîma Îranê bigihe bi çeka navkî û daxwaz ji rejîma Îranê kiriye ku pêbendê sozên xwe yên girêbesta giştî ya qedexekirina çeka navkî be”.

Herwis Natoyê daxwaz ji rejîma Îranê kiriye ku dest ji kiryarên alozker û têkder ên aramiya deverê yên wek destdanîn bi ser gemiyan de berde û roleke erênî li aramî û aşitiya deverê de bilîze.

Ew gotinane di halekê de ye ku rejîma Îranê bi hemû şiyana xwe ve hewla çêkirina fitneyan û alozkirina deverê dide û kiryarên xwe yên gemar ên dijî mirovahî û aramiya dever û cîhanê û hewlên xwe bo geşedan bi terorîzmê berdewam dike.