Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sizayê girtîgehê bi ser du kes ji malbata şehîdên şoreşa Jînayê li Sinê hate sepandin

11:52 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2023

Du kesên din ji endamên malbata şehîdên şoreşa Jînayê yên bi navê “Ebdulrehman Nesîrî û Arman Hebîbî” yên xelkê bajarê Sinê ji aliyê dadgeha rejîma Îranê ve her yek ji wan sizayê şeş meh û nîv girtîgeh û 40 derbeyên qamçiyan hate sepandin.

Li gorî Rêkxirawa Mafê Mirovî ya Hengawê, berê ku du welatiyên xelkê bajarê Sinê yên bi navên “Ebdulrehman Nesîrî û Arman Hebîbî” ku ji aliyê taya 101 a Dadgeha Kêyferiya du ya rejîmê li Bolkanê ku her yek ji wan bi tohmeta “çêkirina nearamî di nav raya giştî de” bi şeş meh û nîv û 40 derbeyên qamçiyan hatibûne sizadan, bi awayekî fermî ew sizayê sepandî bi wan re hate ragihandin.

“Ebdulrehman Nesîrî û Arman Hebîbî” êvareya roja Înê 19ê Cozerdana 1402 a Rojî, digel hejmarek ji malbata şehîdên şoreşa Jînayê yên Sine, Dîwandere û Dêhgolanê di dema zivirîn ji merasima vebîranîna şehîdên Seqiz û Bokanê, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûne girtin û ji bo girtîgeha Bokanê hatibûne veguhastin.

Ew endamên malbata şehîdên şoreşa Jînayê, di dawiyê de roja Înê 26ê Cozerdanê bi danîna barimteyê ji girtîgehê bi awayekî demkî hatibûne berdan.

Her li gorî amara Hengawê, di 10 rojên destpêka Tîrmeha 2023an de, li seranserê Îranê herî kêm 71 hevwelatî hatine girtin.

Ji wan girtiyan 58 ji sedî wate 41 welatiyên Kurd bûne, %20 wate 14  Belûç û %10 wate 7 welatiyên Tirk hatine girtin.