Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Em bo rêgirîkirin ji destpêregihîştina Îranê bi çeka navkî micid in

11:59 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2023

Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antonî Bilînkin” tevî piştevanêkirin ji Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Karûbarên rejîma Îranê “Rabêr Malî”, gotiye ku Amerîka bo rêgirîkirin ji destpêregihîştina Îranê bi çeka navkî micid e.

“Antonî bilinkin” gotiye: “Em bi berdewamî li ser pirsa Îranê kar dikin da ku alxahîn bin, destê Îranê nagihêje çeka navkî, herwisa em hewlê didin ku xelkê xwe yên ku bi neheqî li Îranê hatine binçavkirin, bo welat bizivirînin û bi hevahengî digel hevpeymanên xwe, Komara Îslamî ya Îranê ji wan mijaran neçar bi paşekêşî û bersivdanê bikin”.

Herwisa navbirî gotiye: “Heta niha me nêzî 27 kes ji xelkê Amerîkayê yên binçavkirî li seranserê cîhanê bo Amerîkayê zivirandine” .

Rabêrt Malî di Çileya sala 2021an de, piştî destbikarbûna dewleta “Joe Biden” wek nûnerê taybet ê dewleta Amerîkayê bo karûbarên Îranê hatibû destnîşankirin.

Rabêrt Malî di danûstandinên nerasterast ên digel Îranê de ji bo vejandina rêkevtina Navkî ya bi navê Bercamê û azadkirina girtiyên Îranî-Amerîkayî li Îranê roleke girîng lîstiye.