Civata xelkê Kurdistanê!
Endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê!
Encumen û saziyên mirovdost!
Em bi mixabinî ve radigihînin ku endamekî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê yê bi navê “Siyamend Şaboyî” yê kurê Qadir jidayîkbûyê sala 1365an a Rojî, û yê xelkê gundê Şawanê yê ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê mirovkuj û kirêgirtiyên rejîma Îslamî ya Îranê ve hate terorkirin.
“Siyamend Şaboyî” ku ji roja Sêşemî ve nexuya bû, piştî agehdarkirina wê yekê ji aliyê pêwendîdaran ve û geriyan li pey navbirî, mixabin piştînîvroya roja Çarşemî 21ê Pûşperê, termê bê can yê wî li nêzîkî bajaroka Behreka ya ser bi bajarê Hewlêrê hate peydakirin.
Terora Siyamend Şaboyî li nêzîk Hewlêrê di demekê de ye ku roja Înê 16ê Pûşperê, 2 endamên din ên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê yên bi navên “Luqman Acî û Adil Muhacir (naskirî bi Serbaz) li gundê Helşo yê ser bi bajarê Qeladizê ji aliyê terorîstên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine şehîdkirin.
Em tevî şermezarkirina revandin û terora rêhevalê me Siyamend Şaboyî ji aliyê kirêgirtiyên Komara Îslamî ya Îranê ve, em daxwazê ji dewleta Îraqa Federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku rê nedin careke din rejîma Tehranê vî welatî bike qada tîmên terorîstî û terorîzma dewletiya Komara Îslamî dîsan bibe gefek bo ser canê têkoşerên siyasî, endam û alîgirên hizbên Rojhilatê Kurdistanê.
Lewma em bi taybet daxwazê ji aliyên siyasî, ewlehî û yasayî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku li pêwendî digel wan kiryarên terorîstî yên Komara Îslamî ya Îranê bê helwêst nebin û bi rêkarên ewlehî û yasayî hem bikerên wan cinayetane bigirin û hem jî rê ji dubarebûna cinayetên wiha bigirin. Di heman demê de em daxwazê ji welatan, rêxistinên siyasî, mirovdostane û rêkxistinên berevanker ên mafê mirovî dikin ku wan cinayetên terorîstî yên Komara Îslamî ya Îranê şermezar bikin û bi givaşxistin li ser rejîma Îranê, bihayê kiryarên terorîstî yên wan zêde bikin.
Navenda Teşkîlata Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê tevî nîşandana xemgîniya xwe derheq vê bûyera diltezîn û xemgîn, sersaxiyê dibêje malbata şehîd Siyamend Şeboyî, kesûkar, hevrê û hevçeperên wî.
Ne`ilet li teror û rejîma terorîstperwer a Komara Îslamî ya Îranê
Navenda Teşkîlata Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê
21ê Pûşpera 1402 a Rojî