Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pûşperek ku ti carî birînên wê nayêne dermankirin

10:25 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2023

Îro 22ê Pûşperê ye; 34 sal berî niha li 22ê Pûşpera 1368 a Rojî, rêberê gelê Kurd û Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, Dr. “Ebdulrehman Qasimlo” tevî hevalê xebatkar “Ebdullah Qadirî Azer” Endamê Komîteya Navendî ya PDKÎ û “Fazil Resûl” Kurdê Îraqê û mamostayê zanîgehê li Viyenê, li ser maseya danûstandinê ji aliyê dîplomat-terorîstên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hatine şehîdkirin.

Binav dîplomat-terorîstên rejîma Îranê pêk hatibûn ji Mihemed Ceiferî Sehrarûdî, Serokê karûbarê Kurdan di Wezareta Îtilaata rejîmê de, Mistefa Acûdî bi nav parêzgarê rejîmê li Sinê û Emîr Mensûr Bozorgiyan, (navê wî yê eslî Xefûr Dercezî) ji hêzên taybet ê Spaha Pasdaran, ku di wê terora Viyenê de beşdar bûn.

Piştî vê kiryara terorîstî, heyeta nûneratiya rejîma Komara Îslamî ya Îranê ji aliyê polîsên Otrîşê ve hate binçavkirin, û tevî ku belge nîşan didan ku ew terore ji aliyê wan ve hatiye encamdan û dozgerê giştî yê Otrîşê jî biryara girtina wan dabû, lê ew berê ji aliyê Otrîşê ve hatibûne berdan û vegeriyabûne Îranê.

Piştî şehîdkirina rêberê gelê Kurd ji aliyê terorîstên rejîma Îranê ve, xebata gelê Kurd li dijî rejîma Îranê bêrawestan nebûye û gelê Kurd li dijî wê sîstema dîktatorî ya Îslamiya Îranê rawestaye û bi sedan xortên netewa Kurd di rêya rizgariya Kurdistanê de hatine şehîdkirin.

Îro rojê bîr û hizrên şehîd Dr. Qasimlo di nav dil û bîra hemû xortekî netewa Kurda vejiya ye û rêbaza wî rêberê nemir heta gihîştin bi armancên bilind wate rizgariya Kurdistanê dê her berdewam be.